108 captures
22 Aug 2006 - 25 Jan 2026
Apr MAY Jun
10
2012 2013 2014
success
fail

About this capture

COLLECTED BY

Organization: Internet Archive

The Internet Archive discovers and captures web pages through many different web crawls. At any given time several distinct crawls are running, some for months, and some every day or longer. View the web archive through the Wayback Machine.

Collection: Wide Crawl started April 2013

Web wide crawl with initial seedlist and crawler configuration from April 2013.
TIMESTAMPS

The Wayback Machine - http://web.archive.org/web/20130510171005/http://ku.wikipedia.org/wiki/Platon
 



Platon

 

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
 

Here cem: navîgasyon, lêgerîn  
Platon

Platon (Grekî ya kevn: Πλάτων Pláton, Grekî ya îro: Πλάτονας Plátonas, latînî: Plato) firmesunek (fîlosof) navdar ê Grekî ya Antîk e. Di navbera salên 427 b.z. û 347 b.z. da li Yewnanîstanê jiya ye. Navê wî yê rastî Aristokles e. Ji ber milên wî yên fireh û laşê wî yê atletîk jêre gotine『 Sîng fireh』û bi vî navî hatiye naskirin. Li nav misilmanan jêre Eflatûn jî tê gotin. Ramanên wî bandorek mezin daye ser felsefa Îslam û Xiristiyantî.

Jiyan [biguherîne]

Ji 20 saliya xwe hetanî mirinê Şagirtiya Sokrates û mamostetiya Aristoteles kiriye. Avakerê Akademiya Atînayê ye. Li ser ramanên Platon ên felsefîk hê jî nîqaş tên kirin. Platon destpêk û yekemîn fîlozofê grîng ê felsefa rojava ye. Di felsefa Yunana Antîk de Firmesunên berî Sokrates ( firmesunên yekemîn an jî firmesunên xwezayê) bêhtir li ser felsefa materyalîst sekinîne. Di felsefa Antîk de ramana materyalîst bi Demokrîtosê Atomî re gihiştiye qada herî bilind. Li hemberî vê, ramana Îdealîst jî bi Platon re gihiştiye merhala herî bilind. Platon mîna wêjevan û hunermendekî hatiye perwerdekirin. Bi vî awayî, wî berhemên xwe yên fikrî mîna hostekî bi helbestan xemilandiye û bi sedsalan bandorê li mirovahiyê kiriye.

Platon berhemên xwe bi awayên diyalogan nivisandiye. Di diyalogên wî de piranî Sokrates cih digre.Sokrates bi mirovan re ramanên wan nîqaş dike û bi vî awayî nakokiyên ramanên wan derdixe holê. Platon piranî ramanên xwe bi axaftinên Sokrates daxuyakiriye.

Platon, gotiye ku giyana mirov piştî mirinê digihije cîhana ebedî a ramanan. Ramanên wî di Çaxa Navîn de ji aliyê fîlozofên Ereb ve hatiye veşartin û Piştî Ronesansê ji Yunaniya Antîk hatiye wergerandin.

Beriya Platon pirranî fîlozofên materyalîst navdar bûn, wekî Demokrîtos. Lê Platon riya îdealîzmê hilbijartiye û bingeha îdealîzma Rojavayî avêtiye. Zimanê wî zimaneke helbestî ye û bi hezaran salan e bandora xwe li mirovan dike.

Firmesunî (fîlosofî) [biguherîne]

Mirov dikare ramanên Platon di 5 komî de bîne zimên:

Platon wekî armanc『baş』ê dide ber xwe û bi qasî kamiliya mirov, civakek kamil dike armanc. A herî rast û kamil "îdea" ye, em û rastiyên me wekî kopiyek rastiyê ne. Bi riya zanîn û başiyê mirov nêzîkî rastiya kamil dibe. Gerdûn bêdawî û berdewam e. Ne beriya wê heye, ne jî dawiya wê. Gerdûn digere û di dirûvê girseyê de ye.

Nêrînên Platon mirov dikare di 3 radeyan de bide berçav; Dema zû ya ku wekî şagirtê Plato nêrînên wî bilêvdikir, dema derbasbûne ku di vê demê de berdewamiya ruh û gerdûnê bilevdikir û dema kamiliyê ku kêmasiyên xwe derdikir.

Girêdanên derve [biguherîne]


Ji "http://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Platon&oldid=569551" hatiye standin. 

Kategorî: 
Mêr
Fîlozof
Yewnana kevnare
 

Navigation menu

 

Amûrên kesane



Hesabê nû çêke
Têkeve
 



Valahiya nav



Gotar

Gotûbêj
 


disable 

Variyant




disable

Tîpên erebî

Tîpên latînî
 




Dîtin



Bixwîne

Biguherîne

Dîrokê bibîne
 


Çalakî












Navîgasyon




Destpêk · Sereta

Bûyerên rojane

Rûpeleke ketober
 



Beşdarî




Portala komê

Dîwana Wîkîpediyayê

Guherandinên dawî

Bexş bike

Alîkarî
 



Qutiya amûran




Girêdanên li ser vê rûpelê

Guherandinên peywend

Rûpelên taybet

Versiyon ji bo çapkirinê

Girêdana daîmî

Agahiya rûpelê

Qalkirina rûpelê bibîne
 



Zimanên din




Afrikaans

Alemannisch



Aragonés

Ænglisc

العربية

مصرى

Asturianu

Azərbaycanca

Башҡортса

Žemaitėška

Беларуская

Беларуская (тарашкевіца)

Български





িি ি

Brezhoneg

Bosanski

Català

Mìng-dĕ̤ng-nḡ

Cebuano

کوردی

Corsu

Česky

Словѣ́ньскъ / 

Чӑвашла

Cymraeg

Dansk

Deutsch

Zazaki

Dolnoserbski

Ελληνικά

Emiliàn e rumagnòl

English

Esperanto

Español

Eesti

Euskara

Estremeñu

فارسی

Suomi

Võro

Føroyskt

Français

Frysk

Gaeilge



Gàidhlig

Galego



עברית

ि

Fiji Hindi

Hrvatski

Magyar

Հայերեն

Interlingua

Bahasa Indonesia

Interlingue

Ilokano

Ido

Íslenska

Italiano



Basa Jawa



Qaraqalpaqsha

Taqbaylit

Қазақша







Кыргызча

Latina

Ligure

Lietuvių

Latviešu

Basa Banyumasan

Македонски



Монгол



Bahasa Melayu

Mirandés



Nāhuatl

Plattdüütsch



Nederlands

Norsk nynorsk

Norsk bokmål

Occitan



Polski

Piemontèis

پنجابی

پښتو

Português

Runa Simi

Română

Русский

Русиньскый



Саха тыла

Sardu

Sicilianu

Scots

سنڌي

Sámegiella

Srpskohrvatski / српскохрватски

Simple English

Slovenčina

Slovenščina

Shqip

Српски / srpski

Svenska

Kiswahili

ி



Тоҷикӣ



Tagalog

Tok Pisin

Türkçe

Татарча/tatarça

ئۇيغۇرچە / Uyghurche

Українська

اردو

Oʻzbekcha

Vèneto

Vepsän kel

Tiếng Vit

Walon

Winaray



ייִדיש

Yorùbá





Bân-lâm-gú



Girêdanan biguherîne
 





Ev rûpel cara dawî di 06:27, 8 adar 2013 de hate guherandin.

Nivîsar di bin lîsansa Creative Commons Attribution/Share-Alike License de derbasdar e; heke tiştên din werin xwestin dikarin lê bên zêdekirin. Ji bo hûragahiyan li Mercên Bikaranînê binêre.
 


Siyaseta taybetîtiyê

Der barê Wîkîpediya de

Ferexetname

Xuyakirina mobîl
 


Wikimedia Foundation
Powered by MediaWiki